Kurmanji - Nordkurdiska
Bkaranîna webrûpel
Di webrûpela pirtûkxanê de tu karî bişev û biro pirtûkxaneyê zîyaret bikî. Li vêdê tu karî agahî û nûçeyên li ser bûyerên di pirtûkxaneyên cude yên di Örebro de dibin bixwînî. Di pirtûkxaneya bajêr de ji bo zarok û salmezina, gelek pirtûkên bi zimanên din hene. Di webrûpel de bi numra karta te ya deynkirinê û PIN-koda te tu karî ji xwere kontoyekî bi afirînî. Piştî wê, tu karî tiştên ku te deyn kirî û van tişta kengî gerek tu vegerînî bibînî. Li pirtûkxaneyên din yên Örebro jî tu karî ji nûve deyn bikî yan jî rezerve bikî.
Pirtûkxaneya navnetewî ya Stockholmê xwedî webrûpelek e ku têde tu karî nûçeyên pirtûkxanê bixwînî û agahîyên li ser gelek pirtûkên bi zimanên cude nvîsîne bistînî.
Bkaranîna pirtûkxaneyê
Afirandina karta deynkirinê
Afirandina karta deynkirinê li pirtûkxanê belaşe. Karta xwe ya nasnamê bi xwere bîne, emê alîkarî bidin te.
Komputer û wi-fi
Heke karta te ya deynkirinê ji pirtûkxaneyek yên Örebro hebe, wê demê di pirtûkxanê de îmkâna te ya bi karanîna komputer û înterneta bê qablo heye. Ji bo prîntkirin û kopyekirina bi heq jî îmkân heye.
Qaîdeyên deynkirinê
Heger tiştên ku te deyn kirî tu dereng vegerînî, gerek tu xercê bidî. Heger tu tiştekî xunda bikî jî gerek dîsa tu xercê bidî.
Çend roj berî tarîxa vegerandinê, bi wasita e-postê, yan jî bi sms wergirtina îqazê mimkune. Lê dîsa jî, ku tu îqazê bistînî nestînî, mesûlîyeta bîranîna tiştên vegerandinê li ser teye. Tû karî bi telefonkirinê yan jî bi e-postê, tarîxa vegerandina ku te ji bîr kirî ji pirtûkxanê bi dest bîxî.
Rezervekirina pirtûka
Tu karî ji pirtûkxaneyên cuda yên Örebro pirtûka rezerve bikî, û ji kujan pirtûkxaneyê tu bixwazî tu karî wan bînî. Evya tu karî, yan bi rêya afirandina kontoyekî di webrûpela mede çêkî, yan jî bi rêya telefonkirin anjî mejlkirina pirtûkxanê çêkî. Piştî vê, dema ku pirtûk hazir be tu karî mesajekî bistînî, û di navbera hefteyekî de gerek tu pirtûka xwe bistînî.